Îsraîl: Me li Mihrabad Firoka Rêberê Bilind ê Berê yê Îranê Wêrankir

Balefirgeha Mihrabad

Hêzên Berevanîya Îraîlê (IDF) ragihand ku di êrîşeke şeva borî de firoka ku ji hêla Elî Xamineyî û berpirsên din ên payebilind ên Îranî û endamên leşkerî ve dihat bikaranîn hat armancgirtin.

IDF roja Duşemê got ku Hêza Esmanî ya Îsraîlê bi şev li firokxaneya Mihrabad ew firoka ji aliyê Elî Xamineyî û berpirsên din yên Îranê ve dihat bikaranîn xist û wêran kir.

Di daxuyanîyê de hat gotin, "Firoka ku hat armancgirtin, ji hêla Elî Xamineyî, rêberê bilind ê rejîma terorî ya Îranê, berpirsên payebilind ên din û personelên leşkerî yên Îranî ve ji bo pêşvebirina çalakîyên leşkerî û birêvebirina hevrêzîyê bi welatên mîhwerê re bi rêya firînên navxweyî û navneteweyî ve dihat bikar anîn."

Firokxaneya Mihrabad yek ji kevintirîn firokxaneyên Tehranê ye ku ji bo geştên navxweyî û hem jî yên herêmî tê bikaranîn.

Ji bilî ku firokxaneyeke sivîl a herî qerebalix e, ew di heman demê de dezgeheke du-alî ye ku bo geştên sivîl û hem jî weke bingeheke hêza esmanî tê bikaranîn.

Ji destpêka operasyona hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya 28ê Sibatê li dijî rejîma Îranê, heta niha Îsraîl û Amerîkayê bi hezaran armancên leşkerî wêrankirine, di nav de firokxaneyên leşkerî û yên ji bo armancên pêşdabirina hêza leşkerî kirine armanc.