Îsraîl: Dîmenên Satelaytê Çalakîyên Navokî yên Gumanbar ên Îranê Eşkere Dikin

Wêneyê Satelîtî yê Bingeha Natanz ya bernama navokî ya Îranê

Medyaya Îsraîlê wêneyên nû yên satelaytê weşandin. Wêne çalakîyên neasayî li tuneleke binerd a nêzîkî navenda navokî ya Natanzê ya Îranê eşkere kirine, û ev yek pirsên cidî li ser naveroka çalakîyên gumanbar li wî cihî, derdixe holê.

Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku wêneyên ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînên Ewlehîya Navneteweyî ve hatine kişandin, nîşan didin ku komên axê li derîyên tunelên rojhilat ên Komelgeha li başûrê Natanzê têne danîn.

Li gor çavkanîyên Îsraîlê, tê gotin ku ev hewldanek e ji bo pêşîgirtina li ketina otombîl û mekîneyan bo nava tunelê an jî ji bo sînordarkirina gihîştina bilez.

Li gorî wêneyan, derîyên tunelê di destpêka Nîsanê de bi tevahî vekirî bûn, berî ku paşê xuya bibe ku bi qismî bi axê hatine girtin. Ev yek nîşan dide ku ji bo vekirina tunelan ji bo trafîkê di nav Komelgehê de pêdivî bi alavên giran û girîng heye.

Li derîyên tunelê yên rojava çalakîyeke wisa nehat dîtin, ku ev yek sira derdora cihê kûr ê binerd zêde dike, ku pisporên Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (AEI) qet serdana wê beşê nekirîye.

Bernama navokî ya Îranê xala herî giring û sereke ye di danûstnadinên navbera Amerîka û Îranê de.

Serok Donald Trump û berpirsên din ên Amerîkî bi domdarî dibêjin ku qet nayê qebûlkirin ku Îran bibe xwedîya "Çekên Navokî."