Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Yekşemê derbasî dadgeha Orşelîmê bû ji bo destpêkirina dadgehkirina wî di derbarê doseya gendeliyê de ku ew dibêje aramnca rikberên wî jê ew e ku wî ji desthilatê dûr bixin.
Di daxuyaniyekê de ji nava Dadgeha Orşelîmê li Orşelîma Rojhilat, Netanyahu got:
“Armanc ew e dûrxistina serokwezîrekî bihêz ji kampa rastrew û jinavbirina baska rastrew ji serkirdayetiyê bo gelek salan.”
Netanyahu yê ku berpirs û alîkarên wî li dora wî bûn û ji bo vîrusa koronayê mask danîbûn, got serê wî bilind e û ew dê berdewam be di serkirdayetiya welêt de.