Balyozê Îsraîlê yê li NY'ê Careke Din Bang li Guterres Dike ku ji Kar Vekişe

Balyozê Îsraîlê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan îro Çarşemê careke din bang li Sekreter Giştî yê NY’ê Antonio Guterres kir ku karvekişîna xwe ragihîne.

Erdan dîyar kir ku Guterres jiber gotinên xwe lêborîn nexwestiye ku ev yek şerma NY’ê ye.

‘’Divê Guterres karvekişîna xwe ragihîne. Sekreterê giştî yê ku nizane ku kuştina sîvîlan bi ti paşxaneyan nayê qebûl kirin nikare bibe sekreterê giştî’’

Sekreterê Gişî yê NY’ê Guterres îro Çarşemê bi preskonferansekê dîyar kir ku axaftina wî ya li Civata Ewlekarî ya NY’ê şaş hatiye fehm kirin.

Guterres dîyar kir ku wî nexwestiye ku bi gotinên xwe terora Hamasê rêwa bike û got ku wî êrîşa wê rêxistinê şermezar kiriye.

Do Sêşemê, Guterres gotibû ku axa Filîstînê 56 in ji alîyê Îsraîlê ve hatiye dagir kirin û êrîşên 7’ê Cotmehê hema wisa ji nişkeve çênebûne.

Jêder: AFP, VOA