Îsraîl 'Binesazîyekê' ser Sînorê Sûrîye û Lubnanê Dike Armanc

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê îro Înê binesazîyek ser sînorê Sûrîye û Lubnanê kiriye armanc. Wê got ew cih ji alîyê koma çekdar ya Hizbullahê ve jibo qaçaxtîya çekan dihate bikaranîn.

Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de got ku “hêzên asmanî yên Îsraîlî îro li binesazîyekê da ku ji alîyê rêxistina Hizbullah ya terorîst li Lubnanê ve jibo qaçaxtîya çekan dihate bikaranîn. Ew cih nêzîkî xala sînorî ya Jenta di navbera Sûrîyê û Lubnanê de ye.”

Îsraîlê dîyar nekir ka ev êrîş li alîyê Sûrî yan yê Lubnanî bûn, lê ew hatin kirin tenê rojekê piştî artêşa Lubnanê Îsraîl bi “binpêkirina rêkeftina agirbestê bi rîya pêkanîna êrîşên ser serwerîya Lubnanê û wêrankirina bajarok û gundên başûrî” tawanbar kir.

Xaleke sînorî ya fermî li Jenta tuneye, lê ew dever bi derbazbûnên neqanûnî tê zanîn.

Hêza aştîparêz ya Neteweyên Yekbûyî li başûrê Lubnanê (UNIFIL), derbarê “wêrankirina berdewam” ji alîyê hêzên Îsraîlî ve li başûrê Lubnanê xembarî nîşan daye.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrîşên roja Înê bi wê mebestê bûn ku nehêlin çek têkevin destên Hizbullahê de.

“Ewê Hêzên Berevanîya Îsraîlê dê li gor xalên rêkeftina agirbestê bixebitin da ku her metirsîyekê dijî dewleta Îsraîlê rake,” artêşa got.

Agirbestek di navbera Îsraîl û Hizbullahê de 27’ê Mijdarê destpê kir, piştî dora du mehan ji zêdekirina asta kempeyneke bombebarankirinê ji alîyê Îsraîlê dijî Hizbullahê û paşê hêzên wê derbasî Lubnanê bûn. Ew pêşketin hatin holê piştî dora salekê ji pevçûnên ser sînor di navbera herdu alîyan de.

Jêder: AFP