Îsraîlê bi fermî bêdengîya xwe beramberî tundûtûjîya Sûrîyê şikand.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû û karbidestên din yên Îsraîlê tundûtûjîya li Sûrîyê şermezar dikin.
Netanyahu dibêje ku Îran û komela çekdarî ya Hizbullah li Libnanê alîkarîya hikûmeta Sûrîyê dikin li komkujîya gelê Sûrî.
Herwiha Serokê Îsraîlê Şîmon Pêrês dibêje ku ew rêzê li wêrekîya serhildayên Sûrîyê digire û hêvî xwest ku li hêzên serhildayan serkeftî bin.