Îsraîl: Derbasbûneke bi Tankan a Nav Xezayê bi Dawî Hat

APTOPIX Israel Palestinians

Artêşa Îsraîlê îro Pêncşemê ragihand ku wan derbasbûneke bi tankan, bi armanca hilweşandina tuneleke gumanbar a Hemasê li navenda Xezayê, bi dawî kiriye.

Artêş vê operasyonê wek ya bejayî ya herî girîng li seranserî xeta agirbestê, ku wekî Xeta Zer tê nasîn, ji dema agirbestê ya zêdetirî salek berê, nîşan dide.

Di peyamekê de ku li ser Facebookê ji rûniştvanên Xezayê re hatiye şandin, artêşa Îsraîlê got ku hêzên wan operasyonek li dijî binesaziya Hemasê li herêmê temam kirine û Rêya Selahedîn, rêya sereke ya bakur û başûr li Kerta Xezayê, ji nû ve hatiye vekirin.

Malbatên Filistînî piştî ku tank pêşve çûn, ji herêmê reviyan, ev cara yekem e ku artêşa Îsraîlê ji dema peymana agirbestê ya Cotmeha 2015’an ve destwerdaneke kûr li derveyî Xeta Kesk a ku axa di bin kontrola Îsraîlê de ji axa di bin kontrola Hemasê de vediqetîne, bi eşkereyî erê dike.

Rûniştvanan roja Pêncşemê got ku rê hîn jî xeternak e, û dengê guleyên bêserûber hîn jî tê, û wesayît û peyayan neçar dike ku ji herêmê dûr bikevin.