IDF Enbareke Çekan a Hemasê Dike Armanc

Israeli soldiers operate at the Shajaiya district of Gaza city amid the ongoing conflict between Israel and the Palestinian Islamist group Hamas, in the Gaza Strip

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan enbareke çekan a Hemasê li Xezayê kiriye armanc.

IDF’ê li ser hesaba xwe ya Ibrî ya platforma X’ê got, “Ji bo rakirina gefê IDF’ê di şevekê de depoya çekan a rêxistina terorê ya Hemasê li kerta Xezayê wêran kir.”

“Çek ji bo ku zîyanê bigihînin hêzên IDF’ê yên ku li herêma Xeta Zer tevdigerin û sivîlên Dewleta Îsraîlê hatibûn danîn û ji bo rakirina gefê ew hatin tunekirin,” IDF’ê got.

Hêzên Îsraîlî got ku ew “di bin Fermandarîya Başûr de li herêmê li gorî peymanê hatine bicihkirin û dê ji bo rakirina her gefekê operasyonan bidomînin.”

Li aliyekî din jî, IDF’ê li ser hesaba xwe ya Îngilîzî ya X’ê got ku wan alavên çavdêrîyê yên Hizbullahê li başûrê Libnanê têk birine.

Wê girteyeke vîdyoyî parve kir ku dibêje ew, wêrankirina “amûrên çavdêrîyê ye, ku di hundirê avahîyeke sivîl de hatibûn bicihkirin û ji alîyê Hizbullahê ve ji bo şopandin û rêvebirina çalakîyên terorîstî yên li dijî leşkerên IDF dihatin bikaranîn.”

“Wekî din, leşkerên IDF’ê terorîstekî ku ji hundirê depoyeke ku ji bo hilanîna çekan dihat bikaranîn, kar dikir, ji holê rakir,” Wê got.