Êrîşên Tolhildêr yên Navbêra Îsraîl û Fîlîstînîyan Zêde Dibin

Êrîşên Tolhildêr yên Navbêra Îsraîl û Fîlîstînîyan Zêde Dibin

Firokên Îsraîlî berdewam êrîşên esmanî li dijî bingehên mîlîtanan yên li Kerta Gaza’yê pêk anîn û wekî bersîv, Fîlîstînî jî bi roketan êrîşî Îsraîlê kirin.

Di encama êrîşên esmanî yên Îsraîlê de 12 Fîlîstînî hatine kuştin ku piranîya wan mîlîtanên li Kerta Gaza’yê ne.

Baska leşkerî ya gruba mîlîtan Hamas ragihand, roja Înîyê dawîhatina agirbesta wê ya nefermî ya bi Îsraîlê bû. Hamas ku hikûmeta Fîlîstînê ya li Gazayê kontrol dike, ji sala 2008’an vir ve şerê xwe yê li dijî Îsraîlê sekinandibû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di axaftina xwe ya televîzyonê de, roja Pêncşemê hişyarî dabû ku her kî ku êrîşî Îsraîlê bike wê berdela wê yekê bi giranî bide.

Wezîrê Berevanîyê Ehud Barak jî êrîşên Pêncşemê wekî kiryarên terorîst nav kirîbû.