Îsraîl Bi Dehan Çalakvanan Digire

Îsraîl rê li ber bi sedan çalakvanên Filistîn-hez girt, dema gihiştin firokxaneya Tel Aviv, ku dixwestin serdana Kenara Rojava bikin.

Çend hêlên asmanî li Ewropa bilêtên pirtir ji 100 çalakvanî betal kirin, piştî ku hikûmeta Îsraîlê navên wan danî ser lîsteya reş. Bi dehan çalakvan, ku dikarîbûn xwe bigihînin firokxaneyê, ji alîyê desthilatdarên Îsraîlê ve hatin girtin û dê ji welat bên derxistin.

Îsraîl ku çavdêrîya grûpeke li ser malpera Facebookê bi navê “Bi xêr hatin Filistînê” dikir, dibêje çalakvanan dixwestin alozîyê li firokxaneyê çê bikin û protestoyan li Kenara Rojava pêk bînin.

Wezîrê Dewletê yê Îsraîlê, Yuli Edelsien dibêje, cihê mixabinîyê ye ku ew careke din rastî vî rengî ji provaksyonê tên ji alîyê hin tundrêyên ji welatên cuda. Birêz Edelsien dide zanîn, ew kesên ku dixwazin nerehetîyê li Îsraîl durist bikin, çê nabe derbasî welatê wî bibin.

Çalakvanê Filistînî Abdulfetah Abû Surûr dibêje Îsraîl rê li ber şandeyeke aştîyane digire. Ew xuya dike ku ev çalakvan tên Filistînê, ne ku tên jibo teşqelan durist bikin yan firokxaneyan bombe bikin, yan jî êrîşî Îsraîliyan bikin. Birêz Abû surûr her wisa dibêje ev kes dixwazin bi erkê xwe yê mirovahîyê rabin û piştgirîya gelê Filistînê bikin tevî ku di bin dagerkirinê de ne.

Îsraîl ji çalakvanên navneteweyî gelekî haydar e, bi taybet piştî ku keştîya alîkarîya Xeze berî du salan bû egera tundûtûjîyê, ku têde neh kes ji alîyê komandosên Îsraîlî ve hatibûm kuştin. Çalakvan dibêjin ev tevger siysetên hişk yên hikûmeta Îsraîlê dijî Filistînîyan eşkere dike.

Jibo guhdarîkirina vê raportê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.