Karbidestekî bilind yê Îsraîlî dibêje, Îsraîl dê rû bi rûyê gefeyeke ewlekarîyê be, heku dorpêç kirina li ser Kerta Gazayê rake.
Serokê Shin Bet Yuval Diskin dibêje, di destê mîlîtanên Fîlîstînî de nêzîkî 5000 mûşek hene ku hinek jî wan heta 40 kîlometrê diçin.
Yuval dida zanîn, 4000 ji wan mûşekana, di destê Hamasê de ne ku li sala 2007ê kontrola bajêr bidest xistîbû.
Diskin van gotinên xwe roja Sêşemê kir, piştî ku Yekîtîya Ewrûpa got dorpêç kirina Gaza bê berhemkarî ye û naye qebûl kirin. Yekîtîya Ewrûpa her wiha daxwaz ji Îsraîlê kir ku dorpêç kirina Gazayê rake.
Îsrîal bû armanca gelek giwaştinên navnetewî, piştî ku komandoyên Îsraîlî, meha borî 9 bizavkarên piştevanên Fîlîstînî kuştin, ku jibo anîna alîkarîya mirovahî dihatin Gazayê.
Hevdem, Neteweyên Yekbûyî dibêje, ew dê berpirsîya gemîya desteser kirî stûya xwe ve bigire û hemî barên nav wê, ji rûniştîyên Gazayê re belav bike.