Îsraîl Êrîşên Ser Xezayê Tundtir Dike

Êrîşên Îsraîlê yên 6ê Mijdarê 2023ê bo ser Kampa Şati'î ya penaberan li Xezayê

Artêşa Îsraîlê îro Duşemê got, firokên wê li 450 cihên Hemasê li Xezayê xistin û leşkeran dest danî ser navendeke mîlîtanan di 24 saetên borî de, karbidestên saxlemî yên Xezayê got ku di êrîşan de bi dehan kes hatine kuştin.

Rojnamevanekî Reutersê li Kerta Xezayê, bombebarana bi şev ya ji esman, bejahî û deryayê weke yek ji tundtirîn êrîşan binav kir, ji dema ku Israîl dest bi êrîşa xwe kir weke bersivdana êrîşeke ji nişka ve ya Hemasê li ser başûrê Îsraîlê berî mehekê.

Karbidestên saxlemîyê li Xezaya ku di bin kontrola Hemasê de ye, dan zanîn ku ji dema Hamasê di 7ê Cotmehê de 1400 kes kuştin û zêdetirî 240 dîl û rehîne girtine, zêdetirî 9770 Filistînî hatine kuştin.

Îsraîl, ku dibêje hêzên wê bajarê Xezayê dorpêç kirine, rûbirûyê fişara zêde dibe ku sivîlan neke armanc, piştî ku red dike ku agirbestekê qebûl bike heta ku dîl bên berdan.

Hewldanên dîplomatîk yên Amerîkî li herêmê bi mebesta kêmkirina metirsîyên berferehbûna şer berdewam in.