Pişt 12 Hefteyan ji Şer Îsaîl Kûrtir Diçe di Nava Gazayê de

Artêş Îsraîlê li Kerta gazayê

Ajansa nûçeyan ya Reuters ragihand ku roja Şemîyê tankên Îsraîlê di gel êrîşên tund yên bejayî û esmanî peşveçûna xwe ya ber bi heremên naverast û başûrê Gazayê didomîne.

Li gor ragihandina rûniştvanan di êrîşên do şev de gelek kes hatine kuştin, birîndar bûne û gelek herêm jî wêrantir bûne.

Hat ragihand ku şer û pevçûn di derengîya do şev û îro Şemiyê serê sibê li el-Bureij, Nuseyrat, Mexazî û Xan Yunis, bi piştgirîya êrîşên esmanî yên bênavber tund bûne.

Rûniştvanên heremê gotin ku şeva Înê, tank û bombebarana tund ya Îsraîlê Xan Yunis kirine armanc, piştî hat ragihandin ku di 24 seatên dawî de jiber êrîşên nêzî Îsraîlê 200 Filîstînî hatine kuştin.

Li gor karmendên saxlemîyê û rojnamevanên Filistînî jî, firokeyên Îsraîlê kampa Nuseyrat li navenda Gazayê bombebaran kirine.

Xaça Sor jî dîmenên kêliyên ku ambulansan ku di nav xirbeyan re derbaz dibûn û zarokên birîndar dibirin Nexweşxaneya Nasir ya li bajarê Xan Yunis parve kirin.

Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê Yoav Gallant roja Înê got ku hêzên Îsraîlî xwe digihînin navendên fermandarî û depoyên çekan yên Hamasê.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê li jêrzemîna yek ji xanîyên rêberê Hamasê Yahya Sinwar yê li bajarê Gaza, tunêleke hilweşandiye.

Karbidestên saxlemîyê û rojnamevanan ragihandin ku, rojnamevanekî Filîstînî ku di televizyona El-Quds de dixebitî, tevî endamên malbata xwe do Înê di êrîşeke esmanî ya li kampa Nuseyrat li navenda Gaza hat kuştin.

Ofîsa ragihandinê ya desthilata Gazayê dibêje ku di êrîşên Îsraîlê de heya niha 106 rojnamevanên Filîstînî hatine kuştin.

Îsraîlê berîya niha gotibû ku wê ti carî bi qestî êrîşî rojnamevanan nekiriye û çi ji destê wê tê dike ku sivîl nebin qurbanî.

Wezareta Saxlemîyê ya Gaza jî îro Şemîyê dîyar kir ku ji 7’ê Cotmehê heta niha di êrîşên Îsraîlê yên ser Gazayê de, bi giştî de 21 hezar û 672 Filistînî hatine kuştin û 56 hezar û 165 jî birîndar bûne.

Wezaretê da zanîn ku tenê di nava 24 saetên dawî de 165 Filistînî hatine kuştin û 250 jî birîndar bûne.

Jêder: Reuters, AFP