Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku Telal Cabir Mihemed Abid al-A'al, ku wek fermandarê şaneyeke Cîhada Îslamî tê naskirin, di operasyonekê de hate kuştin.
Li gor daxuyanîya artêşa Îsraîlê ku li ser platforma X'ê belav bû, ew mîlîtan "di êrîşa 7'ê Cotmeha 2023'an de beşdarî ketina nav Îsraîlê bûbû û di dema şerê Xezayê de di girtina dîlan de jî rol hebû."
Di heman demê de, artêşa Îsraîlê got ku li bajarê Dêr el Belih li navçeya Xezayê sê armancên di nav binesaziyek jêrerd ya Hemasê de lêdan.
Li gor daxuyanîyê, Hemasê di hefteyên dawî de hewl dida ku vê binesazîyê ji nû ve çalak bike. Îsraîlê got ku ev yek binpêkirina şertên agirbestê ye. Li gor artêşê, armanca van êrîşan hilweşandina vê binesazîyê bû.