Îsraîl Dibêje wê Fermandarek û Endamekî Hemasê li Xezayê Kuştine

Arşîv: Endamên IDF li Bakurê Xezayê

Li gorî ragihandina Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF), ku Çarşemê di platforma X'ê de weşand, Telal Mistefa Salih Bedewî, fermandarekî Beşê Ewlekarîya Leşkerî ya Hemasê li Xezayê, û Momin Se'îd Mihemed Hewarî, ku wekî endamekî Hemasê hat binavkirin, di êrîşekê de hatin kuştin.

IDF'ê ragihand ku herdu kes di pêşxistina êrîşên terorê li dijî sivîlên Îsraîlî û leşkerên IDF'ê de rol hebûn û ji bo vegerandina şiyanên rêxistina çekdarî ya Hemasê dixebitîn.

Li gorî daxuyanîyê, kesên hatine kuştin bi şêwekê sistematîk agirbesta heyî binpê kirine.

Îsraîl dibêje êrîşa li dijî wan pêkhatî, ji bo rakirina gefekê ku nêzîk bû bihata encamdan.

Di peyameke din de ku ew jî li ser X'ê hat belavkirin, hêzên Îsraîlê got ku binesazîya terorê ya Hizbullaha Libnanê li herêma Nebetîye, li başûrê Libnanê, hatiye armancgirtin.

Li gorî daxuyanîyê, ev binesazî ji bo plankirin û rêvebirina êrîşên terorê li dijî sivîlên Îsraîlî û leşkerên IDF'ê di herêma ewlehîyê de dihat bikaranîn.

Îsraîlê diyar kir ku êrîşên li başûrê Libnanê piştî ku Hizbullah du dronên bi madeyên teqemenî ve ber bi leşkerên IDF'ê ve şandibûn, hatin kirin.