IDF: Fermandarê Nîşangirên Hemasê Hat Kuştin

Leşkerên Îsraîlê

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku Omer Ahmed Abu Qasim, ku wek fermandarê Nîşangiran (Segvannên) di baskê leşkerî yê Hemasê de dihate nasîn, di operasyonek leşkerî de hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya IDF ku roja Pêncşemê di X'ê de weşandiye, "Abu Qasim di mehên dawî de hewl dida ku baskê leşkerî yê segvanan (Snipers) ên Hemasê ji nû ve saz bike û planên êrîşên din li dijî hêzên Îsraîlê pêş bixe. IDF got ku ev çalakî li dijî şertên peymana agirbestê bû."

Di daxuyaniyek din de herwiha hate gotin ku duh sê kesên çekdar, ku Hêzên Berevanîya Îsraîlê ew wek endamên Hizbullahê dan naskirin, li herêma Beyit Yahoun ya li başûrê Libnanê hatin kuştin.

Li gorî IDF, çek û amûrên leşkerî ligel wan hebûn û li herêma Ewlehiyê çlakî encam didan.

IDF got, ku operasyon li dijî wan endamên Hizbullahê di çaçoveya nehiştina metirsiyên li ser leşkerên Îsraîlê yên li wê herêmê pêkhat.