Kenala 15'an a Îsraîlê ji çavkanîyeke Îsraîlî roja Pêncşemê ragihand ku danûstandinên li paytexta Misrê êdî ne tenê gera hevdîtinên rûtînî ne, lê mebest ji wan ew e ku "armanca wan gihîştina biryar û encamdana peymanek berfireh e."
Çavkanîyê got ku ev hevdîtinên li Qahîreyê di navbera Hemas û navbeynkaran de didomin. Çavkanîyê herwiha got ku şertên peymanê ew in ku "tenê hilweşandina hin tunelan an vegerandina beşek ji çekan vedihewîne dê neyê pejirandin; berevajî vê, hilweşandineke tevahî û berfireh a binesazîya Hemasê hewce ye."
Di heman çarçoveyê de, çavkanîyeke din a siyasî, ku bi pêkanîna plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo Kerta Xezayê agahdar e, ragihand ku danûstandinên li Qahîreyê li gor nexşerêyeke berfireh tên meşandin.
Li gor çavkanîyê, plana veguhestina hêdî hêdî ya desthilatdarîyê ji bo hikûmeteke teknokratîk, ligel hilweşandin û wêrankirina hemî tunelan, depoyên çekan û dezgehên hilberîna çekan ên li Xezayê vedihewîne.
Çavkanî herwiha diyar ku qonaxa dawî ya planê armanc dike ku her binesazîya leşkerî ji holê rake û piştrast bike ku Hemas dê rolekê, çi rasterast çi nerasterast, weke modela Hizbullahê, negire.