Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê 1'ê Mijdarê ragihand ku hêzên wan li Xan Yûnisê li çend çekdaran xistiye, bêyî ku bêtir agahdarîyan bide.
Îsraîl, dibêje koma çekdar a Hemasê agirbesta sala borî binpê dike û xwe ji nû ve ava kiriye û dest bi êrîşan kiriye, ew jî neçar mane ku êrîşên li ser komên çekdar zêde bikin.
Ajansa Reuters li gorî çavkanîyên bizîşkî û wezareta karên hundir a Hemasê, ragihand ku êrîşên Îsraîlê roja Yekşemê di du êrîşên cuda de li Kerta Xezayê herî kêm heşt Filistînî, di nav de pênc polîs, kuştin e.
Çavkanîyên tendirustî got ku sê kes di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li navenda Xezayê hatine kuştin, û pênc polîs jî, di êrîşeke din de li rojavayê Xan Yûnisê, li başûrê Xezayê, hatin kuştin.
Li gorî Reuters, alîyê Hemasê jî red dike ku hewl dide êrîşan pêk bîne yan cebilxaneya xwe ji nû ve ava bike, ew Îsraîlê bi têkbirina peymana aştîyê ya Xezayê tawanbar dike.
Hêjayî gotinê ye ku agirbesta par a bi navbeynkarîya Amerîkayê banga aştî û ji nû ve avakirina herêmê dike. Lê belê pêşketinek kêm çêbûye ji ber ku danûstandinkar nekarîne li ser şertên ku Hemas çekê xwe berde an jî Îsraîl leşkerên xwe vekişîne, bigihîjin lihevhatinekê.