Îsraîl Hêrişê Dike Ser Gemiyên Alîkariyên Mirovatî, bi Kêmî ve 10 Kes Hatin Kuştin

Hêzên Îsraîlî hêriş kirin ser şeş gemiyên alîkariyên mirovatî ku ber bi Xezê diçûn.

Komandoyên Îsraîlî bi kêmî ve 10 kes kuştin. Hêzên Îsraîlî bi şev teqe li karwanê gemiyan kirin.

Bizavkarên piştevanî kirina Felestîniyan dibêjin bi kêmî ve 30 kes birîndar bûn.

Leşkerê Îsraîlî ragehand ku komandoyên Îsraîlî teqe kir, piştî bizavkaran bi çek, çeqok, kêrik û kevirê hêriş kirin ser komandoyan.

Cîgirê wezîrê derve yê Îsraîlî, Danny Ayalon, dibêje bizavkaran meremeka bi tond û alozî hebû. Lê nûnerên tevgera Xeze ya Azad dibêjin ew bizavê dikin ku gemaroya 3-salî Îsraîlî li ser Xeze bînin ber çav.

Serokê Felestînî Mehmûd Abbas operasyona Îsraîlî şermezar kir û bi "tevkuj" nav kir.