IDF: Hêzên Me Zêdetirî 150 Endamên Hizbullahê Kuştin

Başûrê Libnanê- Pevçûn di Navbera Îsraîl û Hizbullahê de

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Yekşemê di hesaba xwe ya X’ê de ragihand ku berî agirbest pêk were, di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 150 endamên Hizbullahê hatin kuştin.

"Di 24 demjimêrên berî ku rêkeftina agirbestê bikeve de warê cîbicîkirinê de, Hêzên Berevanîyê zêdetirî 150 terorîstên Hizbullah kuştin û li nêzîkî 300 bingehên binesaziya leşkerî xist. Di nav yên ku hatine kuştin de fermandarê Hizbullahê Elî Reza Ebas, fermandarê herêma Bint Cubêl hebû, ku gelek êrîş li dijî Îsraîlê pêk anîne," IDF got.

Her wiha artêşa Îsraîlê got ku Elî Reza Abbas çaremîn fermandarê herêma Bint Cibêl bû ku di rojên dawî de di şer û pevçûnên li herêmê de hat kuştin.

Ji dema ku ji egera destpêkirina şerê Komara Îslamî ya Îranê de de li Libnanê jî alozî zêde bûn, Hizbullahê weke piştgîrî bo Îranê êrişî Îsraîlê kir, heta niha zêdetirî 1800 çekdarên Hizbullahê li Libnanê hatin kuştin, di nav de hejmarek ji wan fermandar û berpirs bûn.