Îsraîl li Başûrê Libnanê Tunelekê û Odeyên Jêrerd Wêran Dike

Dema IDF rê û tunelên Hizbullahê li Başûrê Libnanê wêran dike

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) ragihand ku hêzên wan ên Lîwaya 810an "rêyeke binerd a rêxistina terorîst Hizbullahê wêran kir."

IDF di hesaba xwe ya X'ê de dibêje tunela ku li başûrê Libananê hatîye dîtin nêzîkî 100 metreyan dirêje û herwiha odeyên çalakî û cebilxaneyan di tunelê de hatine avakirin.

IDF'ê got, "Hêzên Lîwaya 810 di bin fermandarîya Firqeya 210an de li herêma Çiyayê Dov li Libnanê ji bo tespîtkirin û tunekirina binesazîya rêxistina terorîst a Hizbullahê xebatên xwe didomînin."

Hêzên Berevanîya (IDF) dibêje, van hêzan, bi hevkarîya yekîneyeke endezyarîyê ya taybet, rêyeke bin erdê ya bi dirêjahîya nêzîkî 100 metreyî tespît kir û wêran kir; rêyeke ku çar ode û cihên jiyanê dihewîne ku ji hêla endamên rêxistina terorîst a Hizbullahê ve dihatin bikaranîn.

IDF'ê anî ziman ku "Hêzên Berevanîya Îsraîlê dê çalakîyên xwe li dijî gefên ser welatîyên Îsraîlî, berdewam bikin."