IDF: Berpirsekî Cîhada Îslamî Hate Kuştin û 3 Navendên Hizbullahê Hatin Bombekirin

Arşîv: Leşkerekî Îsraîlî li Başûrê Libnanê .

Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Duşemê ragihandin ku di operasyonekê de li Xezayê, Zahir Îbrahîm Xelîl Abu Salim, ku wek endam û berpirsekê Tevgera Cihada Îslamî tê nasîn, hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya IDF, Abu Salim di êrîşa 7ê Cotmeha 2023'an de beşdar bû, di nav axa Îsraîlê de rol di revandina gelek sivîlên Îsraîlî de dîtbû.

IDF dibêje, piştî beşdarbûna Abu Salim di girtina rehîneyên Îsraîlî yên sivîl de piştre hewl da ku gelek êrîşên din li dijî leşkerên Îsraîlê û sivîlên Îsraîlî pêk bîne.

Di heman demê de, IDF ragihand ku wekî bersivdana li hember binpêkirinên agirbestê li başûrê Libnanê, hêzên wê sê navendên fermandariya Hizbullahê li herêmên Nebetiye û Mofîdun, li başûrê Libnanê, armanc kirin.

Li gorî daxuyaniyê, di operasyonek din de jî leşkeran bingeheke avêtina roketan hilweşand ku Hizbullahê, ji bo êrîşan li dijî hêzên Îsraîlî bikar dianî.

Di daxuyaniya ku di platforma X'ê de hate weşanndin, IDF got ku beşek ji armanca operasyonan astengkirina gefên çekdar û bersivdana binpêkirinên agirbestê ye.

Derabrê daxuyanîyên artêşa Îsraîlê heta niha ji aliyê Cihada Îslamî an Hizbullah ve ti daxuyaniyek fermî nehatiye weşandin."