Raport: Îsraîl Plana Amerîka ya Belavkirina 250 Leşkerên Biyanî li Xezayê Erê Dike

Arşîv: Konvoya Leşkerên Îsraîlê

Hikûmeta Îsraîlê li gor plana Amerîkaya ya Xezayê destûr daye ku di qonaxa yekê de nêzîkî 250 leşkerên biyanî ji bo beşdarbûna hêzeke pirnetew li Kerta Xezayê belav bike, lê li dijî beşdarîya Tirkîyê derdikeve.

Medya Îsraîlî roja Duşemê li gorî karbidestên ewlehîyê radigihîne ku, di van du hefteyên dawî de efserên leşkerî yên biyanî bi hevkarîya leşkerên Amerîkî li nêzî sînorê Xezayê hatine dîtin. Amadekarîyên ji bo şandin û belavkirina wê hêzê jî dom dikin.

Endonezya, Mexrib, Kazaxistan, Kosovo, Uganda û Albanîya heta niha amadebûna xwe ji bo beşdarbûna di vê hêzê de nîşan dane. Kazaxistan alîkarîya bizîşkî û lojîstîkî pêşkêş kiriye, di heman demê de Kosovo piştgirî daye operasyonên polîs û ewlehîyê.

Lê, yek ji astengên sereke yên avakirina vê hêzê daxwaza Tirkîyê ye. Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan dixwaze Enqere jî di operasyonên li Xezayê de cih bigire, da ku bandora xwe ya herêmî berfireh bike.

Îsraîl bi tundî li dijî beşdarîya Tirkiîyê ye. Karbidestên Îsraîlî û rêveberîya berevanîyê ya welatê wan bi sedema helwestên Erdogan li dijî Îsraîlê û hebûna navendên Hemasê li Tirkîyê, fikarên xwe derbirîne.

Tevî pêşketina amadekarîyan, li gorî raportan, nakokîyên di derbarê beşdarîya Tirkkîyê de hîn jî yek ji astengên sereke yên destpêbûna erka hêzên pirrnetew e li Xezayê.