Serokwezîrên Îsraîl û Bahreynê li Glasgowê Kom Bûn

Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett

Serokwezîrên Îsraîl û Bahreynê piştî normalbûna peywendîyên her du welatan, li konferansa îqlimê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Glasgowê kom bûn.

Karbidestên her du dewletan ser kombûna Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û hemtayê wî yê Bahreynî Salman bîn Hamad El Xalîfe ti hûrgilî belav nekirin.

Bahreyn û cîrana wê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî par bi navbeynkarîya Amerîka, bi lihevkirina bi navê Peymanên Abraham tê zanîn, peywedîyên bi Îsraîlê re anîbûna asteke normal.

Di meha Îlonê de, wezîrê derve yê Îsraîlê di asta bilind de serdana Bahreynê kiribû.