Reuters: Îsraîlê Êrîşa Esmanî Biriye Ser Herêma Palmîra

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Îsraîlê êrîşa esmanî biriye ser herêma Palmîra ya Sûrîyê.

Reutersê ew agahî ji zarê kanala dewletê ya bi navê El-Îxbarîya ragihand.

Wê kanalê da zanîn ku berevanîya esmanî ya Sûrîyê li herêma Palmîra ya li Humsê rastî ‘’armancên dijmin’’ hatiye.

Kanalê zêdetir ser êrîşê zêdetir agahî neda.