Wezîrê Darayî yê Îsraîlê Avigdor Lieberman îro Sêşemê dîyar kir ku Îran dikare di nava 5 salan de bibe xwedîyê çekên navokî.
Avigdor Lieberman destnîşan kir ku ev pêşkeftina Îranê ewê ji danûstandinên bo vejandina peymana navokî ku astengkirina teknolîyên wê yên navokî armanc dike, bandorê nebe.
"Bi peymanê yan bêyî peymanê, Îran ewê di nav 5 salan de bibe dewletek navokî û bibe xwedî çeka navokî," Lieberman got.
Îsraîl, tê bawer kirin ku bi xwe xwedî çekên navokî ye, demek dirêjê dibêje ku peymana navokî ya 2015'an bernameya navokî ya Îranê yan jî çalakîyên dijminane yên milîsên bi piştgirîya Îranê asteng nake
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di 2018'an de ji peymanê vekişîya û peyman pir nerm binav kir û her wiha Îranê jî bi binpêkirina hin pîvanên peymanê bersîv da.
Rêvebirîya Serok Joe Biden armanc dike ku peymanê vejîne.
Wezîr Lieberman di konferansekê ya ser fînanskirina plansazîya leşkerî ya Îsraîlê ya dijî Îranê axifî.