Serokomarê Îsraîlê Dê Serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Bike

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Îsraîlê Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog dê di dawîya vê mehê de serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike.

Reutersê bal kişand ku ew serdan li vê demê rast tê ku hêzên cîhanê hewil didin peymana navokî ya bi Îranê re vejînin û girjîya herêmî jî di asteke gur de ye.

Herzog dîyar kir ku ewê cara pêşî serokomarekî Îsraîlê serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî bike û got ew serdaneke dîrokî ye.

Wî da zanîn ku Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ‘’bingehên siberojeke hevbeş’’ datînin û her du dewlet bo wê siberojê xebatên xwe didomînin.

Li Îsraîlê serokomarî bi piranî erkeke merasîmî ye. Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett di meha Berfanbarê de serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî kiribû.