Hêzên Berevanîya Îsraîlê (IDF) roja Çarşemê ragihand ku du rêyên tunel ên binerd ên Hemasê li Xezayê, bi dirêjahiya giştî ya zêdetir ji 2 km hatin dîtin.
IDF'ê di platforma X'ê de got, lêgerîn û dîtina tunelan wekî beşek ji hewldanên bêbandorkirina tora tunelên Hemasê pêkhat.
Li gorî IDF'ê, operasyonên li dijî tora tunelên Hemasê ji bo kêmkirina şîyanên wê tevgerê tên berdewamkirin, da ku veguhaetina çekan û plandanîna êrîşên binerdê jinav bibin.
Di heman demê de, Fermandarê Giştî yê IDF'ê, General Eyal Zamir, bi Fermandarê Giştî yê Berevanîya Niştîmanî ya Yûnanistanê, General Dimitrios Choupis, re civiya. Choupis piştî serdaneke fermî ya Îsraîlê, îro Çarşemê, serdana xwe bidawî kir.
Li gorî IDF'ê, Serdanê bal kişand ser girîngiya stratejîk a têkiliya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Yunanistanê de.
IDF'ê got, ev têkilî di salên dawî de wekî bingehek ji bo hevkarîyek demdirêj û domdar di navbera herdu welatan de xurtir bûye.
IDF'ê got jî, ku hevkariya leşkerî di navbera herdu alîyên de girîngiya stratejîkê ya zêde heye û ji bo pêşxistina hevkarîyên di warên berevanî û ewlehîyê de dibe hêmanek girîng.