Li Stenbolê Îmamoglu Dîsa Nêzî Qezenckirina Bajarvanî Ye

Ekrem Îmamoglu, Bajarvanê Stenbolê yê niha ku jinûve berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye

Encamên hilbijartinên bo bajarvanîya Stenbolê bo niha nîşan didin ku bajarvanê niha û berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ferqekî mezin nezî qezenckirinê ye.

Li gor pêzanînên fermî yên Ajansa Anadalu ya dewletê, li Stenbolê heya niha ji sedi 53. 16 ya sandoq hatine vekirin û Îmamoglu bi 2 mîlyon, 275 hezar û 257 dengan (%50.12) wergirtîye.

Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Murat Kurum jî li dû Îmamoglu tê.
Li gor Ajansa Anadolu Kurum heya niha 1 mîlyon, 934 hezar û 512 dengan (%41.13) li pêş e.

Li gor van encaman, Îmamoglu bi ferqekî ji sedî 9’an di pêş de ye.

Hevdem, encamên heya niha nîşan didin ku CHP li 14 bajarên mezin, li 21 bajaran, li 320 navçeyan û li 30 bajarokan de jî di pêşbirkên jibo bajarvanîyan de nezî qezenckirinê ne.

Berbijarên AKP’ê jî li 12 bajarên mezin, li 13 bajaran, li 357 navçeyan û li 75 bajarokan de li peş in.

Berbijarên DEM partîyê jî li 3 bajarên mezin, li 7 bajaran, li 63 navçeyan û li 5 bajarokan de li peş in.

Çavereyê ku Îmamoglu gotareke seketinê pêşkeş bike.