Serokwezîra Nû ya Îtalya Dibêje Ewê Serî li Ber Gefên Putin Netewînin

Serokwezîra Îtalya Giorgia Meloni îro Sêşemê li parlamana welêt da zanîn ku ewê hikûmeta nû piştgirîyê bide Ukrayna.

Meloni da zanîn ku ewê serî li ber gefên Serokê Rûsya Vladimir Putin netewînin.

‘’Sertewandina li ber gefên enerjîyê ne çare ye. Ew sertewandin wê li ber gefên nû veke û rewişê xerabtir bike’’ Meloni got.

Hikûmeta bi serokwezîrîya Meloni di dawîya hefteyê de sond xwar.

Meloni dîyar kir ku ewê piştgirîya diravî bo wan kes û sazîyan zêde bikin ku ji krîza enerjîyê zarar dîtine.