Jan Dost bi Tundî Partîyên Kurdî Rexne Dike

Nivîskar û helbestvan Jan Dost bi tundî partîyên Kurdî li Sûrîyê rexne dike û dibêje ku eger Kurd yekdeng ban, “niha hikûmetek ne dûrî hikûmeta Herêma Kurdistanê li rojava ava bûba.”

Birêz Jan Dost dibêje ku endamên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) herêma Kurdan “birêvebirineke çekdarî birêve dibin, birêvebirineke totalîtar birêve dibin.”

Derbarê partîyên din yên sîyasî, birêz Jan Dost got ku “mixabin derkete holê ku ev partî hîç hêza wan nîne, pûç in.” Wî got ku tevgerên sivîl alternetîveke bihêz in jibo partîyên Kurdî.

Lê belê birêz Jan Dost geşbîn e hemberî pêşeroja Kurdan li Sûrîyê û dibêje “em nikarin di reşbînîyê de bimînin.” Wî got “Kurd her wê bi serkevin, Kurd her wê mafê xwe bi destxînin.”

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi birêz Jan Dost re