Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo li paytexta Japonê Tokyo ye, di çarçoweya gera xwe ya sê rojan de li Rojhilata Asya.
Pompeo îro Şemiyê li gel serokwezîrê Japonê Shinzo Abe û wezîrê derve Taro Kono kom bû ji bo gotûbêjkirina serdana wî ya pêşbîn bo Korya Bakur.
Wî got:
“Di demekê de ku ez diçim Pyongyangê, ji bo me pir girîng e em piştrast bin ku me di derbarê programa moşekan de heman helwest heye.”
Shanzo Abe got ew bawer e axaftinên wan ji cîhanê re diyar kir ku hevalbendiya Japonê li gel Amerîka ji her demekê berê bihêztir e.
Li Pyongyanê, pêşbîne Pompeo bi serokê Korya Bakur Kim Jong Un re li dor nehêştina programên navokî biaxive.
Pompeo wê, berî vegera mal, serdana Korya Başûr û Çînê jî bike .