Japan Toleyên Nû yên Dijî Îranê Dipejirîne

Japan Toleyên Nû yên Dijî Îranê Dipejirîne

Japan destbi danana toleyên nû ya hemberî Îranê dike, jiber programa wê ya navokî. Pîvanên nû, îro Înîyê ji alîyê kabîneya Japanê ve hate erê kirin. Li gorî vê biryarê, hikûmet dest datîne ser hemî mal û hebûna kes û rexistnên giredayî bernama navokî ya Îranê.

Dorteng kirinên nû, berdewamîya toleyên meha borî ne, ku piştî biryarnamê Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî hatibû danan.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka û Yekîtîya Ewrupa daxwaz ji Japanê kirîbû ku pîvanên tundtir li hember Îranê deyne.

Karbidestên Amerîkî garantî dabû Tokyoyê ku pîvanên zêde kirî bandoreke li ser sektora enerjî ya wî welatî neke.

Welatên Yekgirtî yên Amerîka û civata navnetewî, Îranê bi ava kirina çekên navokî gunehbar dikin. Îran jî dibêje, bernameya wê tenê jibo armancên aştîyanê ye.