Wezîrê Berê yê Japonî Tamazawa di Êrîşekê de Hat Birîndar Kirin

Karbidestên Japonî ragihand ku wezîrê berevanî yê berê Tokuichiro Tamazawa îro li nêzî mala xwe bû armance êrîşekê û ji lingê hate birîndar kirin.

Polîsan dîyar kir ku xeterîya mirinê ya Tamazawa yê 81 salî tuneye û ew niha tê derman kirin.

Televîzyona NHK ragihand kubi êrîşê re peywendîdar, zilamek hate desteser kirin, lê karbidestên ewlehîyê red kirin ku hûrgilîyên zêdetir bidin.