Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Çarşemê da zanîn ku Şîretvanê Ewlekarîya Neteweyî yê Japonya Takeo Akiba hazirî dike ku serdana Çînê bike.
Reutersê ji zarê jêderên hikûmeta Japonya dîyar ku Takeo Akiba dê bi dîplomatê payabilind yê Çînê Yang Jiechi re bicive.
Çaverê ye Akiba bi Yang Jiechi re ser hîndarîyên leşkerî yên Çînê yên li dora Taywanê biaxife.
Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi di serê vê mehê de serdana Taywanê kiribû û Çînê bi awayekî nerazîbûna xwe nîşan dabû.
Karbidestên Taywanê dibêjin Çîn bo hîndarîyên leşkerî li hincetan digere û serdana Pelosi jî ji xwe re kiriye sedem.
Taywan dîyar dike ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e, lê Çîn dibêje ew axa wê ye û di bin kontroloa wê de ye.