JD Vance ji bo Axaftinên li gel Îranê Berê xwe da Swîsrayê

U.S. Vice President Vance en route to Zurich, Switzerland at Joint Base Andrews

Cîgirê serokê Amerîkayê JD vance îro Şemîyê berê xwe da Swîsrayê ji bo destpêkirina axaftinan li gel Îranê.

JD Vance berî ku bi rêkeve, ji rojnamevanan re got, "Ez li benda destpêkirina danûstandinên teknîkî me bi Îranî, Pakistanî û Qeterîyan re.”

Vance anî ziman ku ew bi hêvî ye di mijara navokî ya Îranê û agirbesta Libnanê de pêşketinê çêbikin.”

“Ev du tiştên mezin in ku ez difikirim em ê li ser wan bisekinin,” Vance got.

Medyaya dewleta Îranê jî ragihand ku şandeyeke mezin a wî welatî roja Şemîyê ji bo danûstandinên aştîyê bi Amerîkayê re gihîştiye Swîsrayê.

Wê got ku şande ji alîyê danûstandinkarê sereke Mihemed Baqir Qalîbaf ve tê birêvebirin û Wezîrê Derve Ebas Araqçî û berpirsên payebilind ên ewlehî û petrolê û nûnerên banka navendî jî di nav de ne.

Tevî ku Amerîka û Îranê li hev kirin ku agirbesteke 60 rojî dest pê bikin, Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan Tengava Hormuzê girtiye.

Lê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê(CENTCOM) got ku îro 55 keştîyên bazirganî di Tengavê re derbas bûn, ku qebareyên mezin ên kelûpelan û zêdetirî 17 milyon bermîl petrol ji bo bazarên cîhanî hilgirtin.

Wê anî ziman ku hêzên Amerîkî dê berdewamîya derbasbûna bê pirsgirêk a keştîyan misoger bikin.