Şeva Pêncşem 10ê Îlonê, JD Vance Cîgirê Serokê Amerîkayê li Dallas di Kongreya Komarîyan de peyvek pêşkeş kir.
Vance li Dallasê di beşekî axiftina xwe de derbarê siyaseta derve û şerê bi Îranê re axivî. Wî girîngiya berevanîya berjewendiyên Amerîkayê û rêgirîya li kuştina zêdetir a Amerîkîyan di şerên demdirêj de anî ziman.
Di axaftina xwe de, Vance mijara Îranê bi siyaseta “America First” û rola Amerîkayê li Rojhilata Navîn ve girêda, îşraet bi Îranê kir û got “Ji êrîşên ser keştiyên bazirganî rawestin.”
Wî got jî ku divê şerên demdirêj bidawî bibin û "Her tişt dikare li ser maseyê were gotûbêj kirin."
JD Vance îşaret bi şerxwazîya Iranê da û got"Em bazarên enerjiyê yên cîhanê diparêzin."
Peyama Vance di Komgreya Komarîyan de li Dallasê bi kurtî bal kişnd ser parastin û berevanîkirin ji berjewendiyên Amerîkayê bi taybet wî tekezî li ser pêvajoya siyasî-dîplomatîk kir.