Vance Hûrgilîyên Rêkeftina bi Îranê re Eşkere Dike

JD Vance

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance hûrgilîyên nû li ser peymana di navbera Amerîka û Îranê de, ku biryar e roja Înê li Cinêvê were îmzekirin, eşkere kir.

Vance tekez kir ku peyman li ser "hevkêşeyeke zelal" hatiye avakirin, ew jî: rakirina sizayên aborî yên li ser Tehranê di berdêla wê de, dê Îran sozê bide ku bi tevahî û dayîmî armanca xwe ya çekên navokî ji holê rake.

Di hevpeyvîneke dirêj de ligel kanala CNBC, Vance rêkeftin wekî "rojeke dîrokî ji bo gelê Amerîkî" binav kir. W herwiha destkefta wê ya herî girîng wekî "vekirina bilez a Tengava Hormuzê" û garantîyek ku "Îran dê qet çekekî navokî pêş nexe" binav kir.

Cîgirê Serok diyar kir ku peyman li ser "mekanîzmeke piştrasbûna du-gavî" radiweste, ku Îranê ji nû ve di nav aborîya cîhanî de entegre bike, bi mercê ku ew bi tevahî mercên peymanê bicîh bîne û pêgirîyê bi sîstemeke hişk a çavdêrîyê bike.

Wî got jî, "Me ji Îranîyan re got: Hûnê ji bo aborîyek bê ceza werin pêşwazîkirin, lê tenê eger hûn sozên xwe bi cih bînin."


"Me Bernameya Navokî Wêran Kir"

Cîgirê Serokê Amerîkayê piştrast kir ku rêveberiya Trump di sal û nîvek borî de "bernameya navokî ya Îranê bi tevahî wêran kiriye." Wî destnîşan kir ku peymana nû armanc dike ku rê li ber Tehranê bigire ku vê bernameyê ji nû ve ava bike bi bêbehirkirina çavkaniyên darayî yên pêwîst ger ew pabend nebe.

Wî got ku peyman bi zelalî du bijardeyan dide Îranîyan: "Yan ew dibin welatek normal û pêşketî, an jî ew ji bo bidest xistina çekên navokî berdewam bibin, ew jî ku dê ti carekê rê nedin Îranê ku çekê navokî hebe."

Vance destnîşan kir ku Îranê jî soz daye ku depoya xwe ya uranyuma dewlemendkirî ji holê rake, mijarek ku dê di 60 rojên bê de bibe mijara danûstandinên teknîkî.

"Tengava Hormuzê Dimîne, lê Pêwîstî bi Hurgiliyan Heye"

Derbarê Tengava Hormuzê, Vance got ku hêviyên Amerîkayê nîşan didin ku tengav dê "di demek dirêj de" û bêyî bacên transîtê vekirî bimîne, lê wî zelal kir ku gelek hûrgiliyên teknîkî hîn jî di nav danûstandinan de hene.

Wî zêde kir: "Em xwedî hêza dîplomatîk, aborî û leşkerî ne, lê em di heman demê de destê alîkariyê dirêjî Îraniyan dikin."

Wî tekez kir ku Amerîka amade ye ku serkeftina aboriya Îranê garantî bike ger Tehran "sozek demdirêj bide ku çekên navokî pêşnexe," di heman demê de hişyarî da ku redkirina hevkariyê dê bibe sedema "tundûtûjiya aborî ya mezintir ku dê ji bo Îran û herêmê xirab be".

Kî dê peymanê ji aliyê Îranê ve îmze bike?

Derbarê merasîma îmzekirinê ya li Cinêvê de, Vance eşkere kir ku şanda Îranî ya tê çaverêkirin dê Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbav û Wezîrê Derve Ebas Araqçî, ji bilî kesayetîyên ewlehîyê yên ku "derdorên cûda di nav rejîma Îranê de" temsîl dikin, di nav xwe de bigire.

Wî destnîşan kir ku têkilîyên Amerîka û Îranê di mehên dawî de "guherîneke radîkal" derbas kirine, û diyar kir ku Washington niha rasterast bi "astên herî bilind" ên serokatiya Îranê re têkilî datîne, tiştek ku di 47 salan de çênebûye.

Wî zêde kir, "Em heta ji tundrewên li Îranê dibihîzin ku têkiliya bi Amerîkayê re di dehsalên borî de xelet bû, û dem hatiye ku rûpelek nû were vekirin."

Vance di dawiyê de got ku rêveberiya Trump dê "ciddîbûna" Îraniyan biceribîne, lê heke Îran pabendî rêkeftina nû bibe, amade ye ku piştgiriyê bide veguherîna Îranê bo "dewletek serketî".