Vance: Em ligel Her Kesî Ne ku Daxwaza Mafên Xwe Dikin

Cîgirê Serokê Amerîkî JD Vance.

Cîgirê Serokê Amerîkî JD Vance ragihand ku her kesê ku bi rîya xwepêşandanên aştîyane mafên xwe bidest bixe, wê Amerîka ligel wan be.

Vance roja Pêncşemê di kongreyeke rojnamevanî de li Koşka Spî got ku "rejîma Îranê gelek pirsgirêk hene û wekî Serokê Amerîkayê gotiye, tiştê herî jîrane bo wan berî du mehan rast bû û îro jî rast e. Divê em bi rastî danûstandineke rasteqîn ligel Amerîkayê bikin derbarê programa wan ya navokî."

Karbidestê Amerîkî herwiha got, "ezê ji serok re bihêlim ku behsa wê yekê bike ka emê di siberojê de çi bikin, lê bêguman em ligel her kesî ne li seranserê cîhanê, di nav de jî gelê Îranî, ku daxwaza mafên xwe dikin."

Xwepêşandanên dijî rejîma Îranê li seranserê bajarên welêt di hefteya xwe ya duyem de berdewam dikin. Li gor rêxistinên mafên mirovan, bi kêmî 34 xwepêşander hatine kuştin û 2,200 jî hatine girtin.