Jiber Baroveya Irene 11 Kes li Amerîka Mirin

Bajarokê Cape May, New Jersey, Tebax 27, 2011

Baroveya Irene bi baranên giran û bayên hêzdar berdewam li Berava Rojhilata Amerîkayê dixe.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, di encama baroveyê de bi kêmî ve 11 kesan hatine kuştin û trafîk û hatin çûyîna erdî û esmanî jî asteng bûne.

Li gelek bajarên rojhilatê rûniştvanan ji xanîyên xwe hatine vala kirin û bi hezaran firînên esmanî jî betal bûn. Li New Yorkê her wiha, otobus û metro jî nav de, sîstema veguhastina giştî hatine rawestandin.

Wezîra Parastina Niştîmanî, Janet Napolitano got, karbidest li çaverê dikin baranên gelek boş bibarin û lehî çêbin û li gelek deveran elektrîk qut be.

Tê texmîn kirin Baroveya Irene heta roja êvara Yekşemê berdewam bike û karbidest di xemê de ne ku bûyerên kuştin û birîndarbûnê zêde bibin.