Serokê Amerîkî Barack Obama serdana xwe bo şûnwarên Maya li El Salvadorê hilweşand, jiber mezinbûna kêşeya Lîbyayê.
Serok Obama roja Çarşembî û li pêş demê dîyarîkirî, vedigere Washingtonê.
Li nav welatî, rexne li Serok Obama hat giritin jiber ku serdana wî bo Amerîka ya Latîn hevdem bû ligel hêrişa esmanî ya hêzên hevalbend li dijî rêberê Lîbî Muamer Qezafî.
Serdana Serok Obama bo Amerîkaya Latîn pênc rojan berdewam bû.