8î Adarê Roja Cîhanî ya Jinan

Jin FM

8î Adarê yek ji rojên giringe di jiyana Jinan de, ev roj weke roja Jinên Kedkar tê naskirin, 8î Adarê weke roja mafê jinan jî tê naskirin, li seranserî cîhanê jibo vê rojê çalakiyên pir rengî tên encam dan, bingeha roja 8î Adarê ji Amerîka ji bajarê New Yorkê tê, dema jinên kedkar dest bi çalakî û daxwaza mafên xwe kirin, şûn de û li gûr pêjayo dîrokê di çendîn qonaxan de, 8î Adarê weke sîmbol û roja jinan li Cîhanê hat naskirin.

Jinên Kurd jî weke hemû jinan li cîhanê bi şêweke çalak beşdarî bîranîna 8î adarê bûn.

Li Herêma Kurdistana Îraqê li bajarên weke Duhok, Silêmanî û Kerkuk û Germiyan çalakiyên hemereng hebûn.

Li bajarê Kifrî li herêma Germiyan Jinên bajêr pîşangeheke taybet ya hûnerê şêwekarî rêxist bû, 50 jinên hunermend di wê pîşangehê de bi karên xwe yên hunerî beşdar bibûn.

Li Bajarên Tirkiyê bi taybet li bajarê Kurdan Diyarbakir (Amedê) jinan çalakiyên siyasî, kulturî, hunerî rêxist bûn.

Jiber ku gelek jinên siyasî yên weke serokên şaredariyan û endamên parlamenê di girtîgehan de ne li Tirkiyê, jinanên kedkar di meş û mîtîngên xwe de daxwaza serbest berdana wan kirin û daxwazên xwe yên aştiya civakî anîn ziman û hêviyên xwe rawestandina şer vegotin, daxwaz kirin ku, jin û dayik yên ku herî zêde bûne qurbana şer û pevçûnan êdî ewqas zehmetiyan ne kişînin.

Li bajarê Hewlêr dîsan jinan çalakiyên karên destî û şahî û govend pêk anîn, herweha li bingeha Laleş ku weke mezargeha pîroz ya Êzidiyan tê naskirin û li herêma Şêxan ya parêzgeha Duhokê ye, hejmarek zêde ya keçên Êzidî bi cilên spî xwenîşandanek encam da, bi vê çalakiyê wan keçan dixwest nîşa bidin ku cilê wan yê spî nîşana aştiyêye û ew aştî xwazin.

Wek tê zanîn keç û Jinên Êzidî di salên borî de ew bûn, yên herî zêde zehmetî dîtîn dema di sala 2014an de herêma Şengal ji aliyê radîkalên Daişê de hatî dagîrkirin û bi hezaran keç û jinên Êzidî bûne qurbanê zûrdarî û hovîtiya çekdarên Daiş'ê.

Çalakiya Jinan li bajarê Kifrî - Germiyan

Your browser doesn’t support HTML5

Çalakiyek Taybet li Germiyan bo Roja Cîhanî ya Jinan

Mîtinga Jinan li bajarê Stenbul.

Your browser doesn’t support HTML5

Mîtînga Jinan li Bajarê Stenbulê

8î Adarê Roja Jinên kedkar yên Cîhanê

Your browser doesn’t support HTML5

Roja Cîhanî ya Jinan Pîroz Be