Li Serdeştê Bavek Keça Xwe ya 16 Salî bi Şêweke Hovane Dikuje

Keçek Serdeştî jiber ku direngiya şev tê malê bavê wê bi şêweke hovane jiyana wê bi dawî dike.

Çavkaniyên mafên mirov yên Îranê didin zanîn, ku termê keça 16 salî ku berî 4 mehan ji aliyê bavê wê ve hatîye kuştin hat dîtin.

Rêxistina Mafên Mirovan ya 'Hengaw' îro Şemiyê 23ê Îlonê ragihand, ku keçik, xelka bajarê Serdeşt yê astana Kurdsitana Îranê ye, navê wê Hayde Hesenzade ye, termê wê ji aliyê xelkê bajêr ve hatiye derxistin.

Piştî windabûna wê, malbata wê gotbû ku ew ji Îranê derketiye da ku bûyerê veşêrin.

Li gor jêderekî haydar ji bûyerê bavê keçikê berpirsatiya kuştina wê girtiye stûyê xwe.

Du hefte berê, Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihandibû ku keçeke Kurd ya 14 salî li bajarê Serpêl û Zehaw yê parêzgeha Kirmaşanê ji aliyê pismamê wê ve hatiye kuştin.

Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê (KHRN) dibêje, ji destpêka îsal ve herî kêm 10 bûyerên kuştina jinan ji aliyê endamên malbatên wan ve li Kurdistana Îranê hatine ragihandin.

Kuştinên bi armanca şûştina namûsê yên jinan herî zêde di nava malbatê de ji aliyê mêran ve tên kirin. Li gor yasayên Komara Îslamî ya Îranê, di dema bûyerên kuştina namûsê de bavê ew maf heye ku bê tawan were dîtin û bê ceza ji bûyerê rizgar dibe.

Jêder. Hengaw