Tevgera Jinên Azad (TJA) bi raporeke nû ya derbarê tundîya mêran a li ser jinan bal kişand ser rewşa jinên koçber ên li Rihaya li rojhilata Tirkîyê.
Di raporê de TJA dide zanîn ku jiber şerê navxweyî yê li Sûrîyê, ku sala 2011’an destpê kir, Riha bûye yek ji navendên koçberên Sûrî û ji wan koçberan, keç û jin heta niha jî bi dijwarîyên giran re rûbirû dimînin.
Li gor rapora TJA’yê, li Riha jinên koçber dibin hevjîna duyan û siyan û keçikên koçber di temenên zaroktîyê de bi zorê têne zewicandin.
TJA dîyar dike ku jiber mehrên melayan ên ku di qeydên fermî de cîh nagirin, rewşa wan keç û jinên koçber nakevin berçavan û nayên dîtin.
Dengê Amerîka ser rewşa keç û jinên Sûrî yên li Riha bi parêzerên Baroya Rihayê re peyivî.
Çalakvana Jin a endama TJA’yê Guler Polat Kiliç ser koçberên Sûrî yên li Riha, ku li gor qeydên dewletê hejmara wan nêzî 200 hezar e, dibêje ew heta niha jî wek penaber nayên qebûlkirin û parastina demkî ya bo wan têra bidestxistina mafên bingehîn û alîkarîyan nake.
Kiliç dîyar dike ku bend û astengîyên zimanan, zextên civakî û nezanîna agahîyên ser mekanîzmaya mafên bingehîn jî kêşeyên koçberan gurtir dikin û jin di vê rewşê de ji mêran bêhtir zîyanê dibînin.
Güler Polat Kılıç
‘’Keçikên di temenên zarok de têne zewicandin, jinên dibin hevjîna duyan û siyan, jiber nebûna mehra fermî dikin ku ew ji parastina hiqûqî mehrûm bimînin,’’ Kiliç dibêje.
Kiliç dîyar dike ku hin bûyerên li Riha diqewimin û dibin dozên li dadgehan trajedîya keç û jinên Sûrî kêm be jî raber dikin.
Raya giştî ya Riha ji 2024’an vir ve ser îstîsmarkirin û destdirêjîya li keçeke Sûrî û doza wê ya li dadgehê dipeyîve.
Dadgeha Rihayê li sûcên giran dinêre ji bo darizandina bergumanê hemwelatîyekê Tirkîyê, ku Nîsana 2026’an jiber îstîsmar û destdirêjîya li ser keça 13 salî û mehrûmkirina wê ji azadîyê, 25 sal cezayê girtîgehê da û dadgeha herêmê jî biryar erê kir.
Ji Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê Berfîn Ugurlar, ku parêzera wê dosyeyê ye, dibêje gava mesele dibe keç û jinên koçber, mexdûrî çend qatên din zêde dibe.
Ugurlar dîyar dike ku keç û jinên koçber yên bi tundîyê re rûbirû dimînin û têne îstîsmarkirin xwe li welatekî xerîb bê kes û tenê hîs dikin.
Berfin Uğurlar f5
‘’Keçika mexdûr a 13 salî piştî vê bûyerê bi qasî salekê nikaribû biçûya dibistanê. Tevî ku ew û mala wê mexdûr bûn jî jiber gefan neçar man ku bar bikin.’’
Bi berdewamî Ugurlar dibêje, jiber ku wê parêzerîya wê keça Sûrî kiriye ew bi xwe jî çend caran hatiye tehdîdkirin.
Tomarên fermî nîşan didin ku li Tirkîyê pirtir ji 2 mîlyon koçberên Sûrî hene û bi qasî 48% ji wan koçberan keç û jin in.
Sazîyên sîvîl bo wan keç û jinan banga xurtkirina bernameyên alîkarîya civakî û aborî dikin.