4 Jinên DAIŞî ku Hewil Didina ji Kampa Holê Birevin, Hatin Girtin

Hêzên Asayîşê li Kampa Holê 4 jinên DAIŞî ku hewil didan bi zarokên xwe re ji kampê birevin, desteser kirin.

Asayîşê da zanîn ku ew 4 jin hemwelatîyên Rûsya ne û her yek ji wan jibo reva xwe 100 dolar dane.

Asayîşê herwiha ragihand ku ajokarê Heyva Sor a Sûrî yê bi navê Besim Heyder Hemewî Îsmaîl jî hate girtin ku hewil dida wan kesana ji kampê derxîne û bibe Îdlibê.

Your browser doesn’t support HTML5

ZO_08_12_2020_Al_Hol_Revîn