Juncker: Trump Hember Almanya Ne Tund Bû

Jean-Claude Juncker

Serokê Komîsyona Ewrupî Jean-Claude Juncker îro Înê red kir ku Serokê Amerîka Donald Trump, roja Pêncşemê di civîneke Brukselê de, bi toreyî polîtîkayên bazirganî yên Almanî şermezar kirine.

Medya Almanî ragihandibû ku Trump polîtîkayên Almanî wek “pir xirab” bi nav kiriye û qala lîmîtkirina firotina otomobîlên Almanî li Amerîka kiriye.

"Trump negot ku reftarên Almanan xirab bû," Juncker li Sîcîlya ya Îtalya, berî civîna welatên G7 ku rêberên Amerîkî, Almanî, Fransî, Brîtanî, Îtalî, Japonî û Kanadayî tîne ba hev, got.

Junker got ku raportên medyayî axaftina çêbûyî pir mezin kirine û ne rast e ku Trump di hevdîtinan de li hember Almanya tund bûye.