Piştî Hilbijartina Bawerîxwestinê, Newsom Dimîne Walîyê Kalîfornîyayê

Gavin Newsom

Dengdarên eyalata Kalîfornîya hewldanên ji kar durxistina Walîyê Demokrat Gavin Newsom red kirin.

Nêzîkî %70 ji dengdaran biryar da ku divê Newson di karê xwe de bimîne. Piştî derketina encaman, Newson got do Sêşemê ku ew spasdar e û ji ber wê dengdanê kêfxweş e.

Hewildanên dûrxistina Walî ji alîyê Komarîyan ve hatibûn destpêkirin, ji ber ku ew ji bergirîyên ku Newsom bo pêşîgirtina nexweşîya Covid-19 danî ne razî bûn. Di nav bergirîyan de, girtina dibistanan û sînordarkirina bar û xwaringehan hebû. Çêkerên vê kempanyaya ji kar durxistina wî karîbûn ku imze tov bikin bo dengdanekê bi vî rengî.

Larry Elder, pêşkêşvanê mihefezekar ya bernamayeke radyoyê, rikberê Newsom bû. Wî bang li alîgirên xwe kir ku bi rîya sindoqên dengdanê Newsomê têk bibin. Piştî dîyarbûna encamên dengdanê, wî got “emê di vî şerî de serkeftinê bidest bixin.”

Newsom, duyemîn walîyê Kalîfornîyayê ye ku rûbirûyî ji hewildana kar dûxistinê tê. Yekem hilbijartina bawerîxwestinê de di sala 2003'an de pêk hat, tê de Walîyê Demokrat Gray Davis ji kar hatibû durxistin û li şûna wî aktorê navdar yê Hollywoodê Arnold Schwarzenegger bûbû walî.