Rojnamevan Kalo: Divê Kurd bi Yekdengî Beşdarî li Opozîsyona Sûrî Bikin

Bajarê Kobanê

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan Imer Kalo biryara sê partîyên Kurd ya beşdarbûna opozîsyona Sûrî dinirxîne.

Birêz Kalo dibêje, biryareke şaş e ku ew partî biryareke wiha didin û bi sere xwe beşdarî opozîsyonê dibin.

Imar Kalo dîyar dike ku ew partî endamên Encumena Niştîmanîya Kurd in û divê Kurd wek wê encumanê ya jî bi ya herî rast di bin nave Desteya Bilind xebata xwe bikin.

Rojnamevanê Kurd li ser girjî û alozîyên dawî jî dipeyîve û dibêje, divê partîyên Kurd dev ji şerê medyayî berdin û bi hevre kar bikin.