Li Kampa Waşokanî Amadekarîyên Zivistanê Destpê Dikin

Your browser doesn’t support HTML5

Li wê kampê nêzî 2, 300 malbat û 2 hezar kon hene û 400 malbat jî ji pêdivîyên germkirinê bêpar in
Li Kampa Waşokanî, ku dikeve rojavê bajarê Hesekê, nêzî 15 hezar derbiderên ji Serêkanîyê dimînin.

Li wê kampê nêzî 2, 300 malbat û 2 hezar kon hene û 400 malbat jî ji pêdivîyên germkirinê bêpar in.

Jiber ku NY heta niha vê kampê bi fermî nas nekiriye, kêmbûna pêdivîyên bingehîn eşkere ye.

Bi sedan malbat heya niha bê kon mane û li hin konan jî du malbat neçar dibin ku hevre bimînin.