Jiber Erdheja Kanadayê, Tsunamî Gihişte Amerîkayê

Xelkê girava Oahu li wîlayeta Hawaii berê xwe didin bilindbûna astê avê.

Erdhejeke bihêz kinara Pasîfîk ya Kanadayê hejand û bû sedema çêbûna tsumanî li başûra rojhilata Kanadayê û wîlayeta Hawaii ya Amerîkî.

Hêza erdhejê 7.7 bû û jiber tsunamî bilindîya pêlên avê gihişte nêzîkî du metiran.

Fermandarê Hawaii Neil Abercrombie rewşa awarte ragihand û daxwaz ji xelkê wîlayetê û turistan kir ku biçine cihên bilind.

Herwiha tusnamîyeke bêhêz gihişte kinara wîlayeta California ya Amerîkî û wîlayeta British Columbia ya Kanadî.